Her dil rûbarek e
Û diherike nava rûbarekî din,
Heke hûn bawer nekin ji van gotinan
Herin ji sîpelên deryayan bipirsin
Ew dê ji we re bibêjin bêderew
Kanê çend rûbar veşartîne
Di rehma wan de!..
Jiyan û afirandin
‘Jiyan, bi afirandinê diherike ber bi rojên pêş. Heke tu neafirînî tu nikarî bêjî ‘ez dijîm.’ Heke tu dixwazî ‘jiyaneke rasteqîn’ bijî, destê xwe zû bigre û di her kêlika jiyana xwe de biafirîne. Ji bîr neke ku, afirandin xwedi derketina jiyanê bixwe ye. Ji ber ku afirandina te rengdayina te ya jiyana te ye…’
Jiyanê, berê xwe afirand, paşî ew tiştên ku bi navê wê bêhnê didin û digrin... Lê çi xerîb e, gelek carna yên hatîne afirandin li ‘afîrener’ên xwe dibin bêbext û dikevin nava ‘xiyaneteke bêwijdan’. Çi sosret e ev cîhana xerîb; jiyanê gelek ‘tişt’ afirandin ji her dû çavên xwe. Lê sed heyf û mixabin, di demên şûnde wan mîna xencerên reş xwe li dil û hinavên jiyanê dan!..
Ma yên di her kêlika xwe de neafirînin dê jiyanê çawa fêm bikin ji dil?..
Dûh îro afirand. Îro jî dê sibehan biafirîne. Îro û sibe nebin dûh nayê zanîn û bi lêvkirin. Sibe û dûh nebin ma ‘îro’ dê bi kêrî çi bê? Hebûna her tiştê ‘heyî’ bi vî awayî girêdayî hev in. Dîyalektîka xweza, civak û dîrokê bi rengî hatiye honandin. Wisa dixuye ku ev yek zagona jiyanê ya sereke ye… Lê ev zagon gelek carna di jiyana rojane ya ‘mirovên xwe-wendakirî’ de, tê binpêkirin. Heke wisa nebe, gelo bo çi di her kêlika her rojê de, ew war û wargehên bi ked û xweha hezar salan hatîne afirandin li gel hemû xweşikbûna xwe di hilma mirovan de tên sotin û tunekirin? Gelo bo çi hesret, evîn û hêviyên ji rehma dîrokê zayîne -li gel xewn û xeyalên ku mirovan li ser linga digirin- dikevin ber ‘ba û bahozên demên giyantalan û rojên awirsar’ û hêdî hêdî winda dibin di nava ‘mij û morana dem û zemanên xapînok’ de!?..
Nizanim, çareseriyê niha xwe li kû veşartiye, lê ez hê li efsûniya jiyanê digerim. Nexwe, ma ev meş, ev nefesdayîn û girtin bo çi ye? Û ez hê dipirsim ji hevokên dilê xwe: Gelo jiyan afirandin e, an afirandin jiyan e? Û gelek carna bersîva wê jî li gel pirsê xwe berdide ser zimanê min: Ne bêafirandin jiyan dikare bijî, ne jî bêjiyan afirandin dikare xwe biafirîne…
Jiyan û afirandin mîna dil û peyvan e; qasî dil diherike peyv tên afirandin û qasî peyv tên afirandin dil jî ewqas diherike. Jiyan û afirandin hevdû diafirînin û hevdû didin jiyandin. Jiyan çî ye û ne çi ye, afirandin çî û ne çi ye; jiyan û afirandin bi hev re çi ne û ne çi ne, bo çi û çawa tê afirandin û jiyîn?.. Helbet, bi hezaran feylesof, pêxember, zana, rêber û bi milyonan mirovan -di paşerojê de- li ser vê yekê serê xwe êşandine, niha jî diêşînin û ez bawerim dê di pêşerojê de jî biêşînin.
Jiyan û Mirin
‘Gelo ma çi tişt ji bo mirovan dibe sedemeke di cî de ya ji bo kuştina mirovekî?’
Helbet, mirov dikare ji gelek aliyan nêzîkî vê pirsê bibe, binirxîne û bibersîvîne. Mijara ‘kîjan tişt dibe sedema ‘mirin’ an jî ‘kuştin’a mirovekî’ heta niha gelek hatiye nîqaşkirin û ji niha pê de jî dê bê nîqaşkirin. Di vî warî de gelek nêrînên cuda hene. Em vê deynin aliyekê niha… Vegerin ser mijara jiyanê…
Hûn ji kê bipirsin, ez bawerim dê ji we bibêjin ku ‘sedem gelek in ji bo jiyanê.’ Berî her tiştî, bi hemû zor û zehmetî, êş û azar, xem û derdên xwe, jiyan bi xwe sedema hebûn û jiyîna xwe ye. Ango berî her tiştî, ‘sedemên hebûna jiyanê sedema jiyanê ye’, jiyan bixwe sedema ‘jiyanê’ ye...
Ma misqalek hêviyê, misqalek ronahiyê, pîçek hezkirin û evîn, hinek dilsozî û hevalbendî û ji bo wan her dem meş û têkoşîn ne sedemên herdemî ne ji bo jiyanê? Û heke hûn bi awirên dilê xwe û çavên giyana xwe binêrin li cîhanê û li her tiştê heyî, hûn dê gelek bi hêsanî bibînin ku ji bo jiyanê di her kêlika me de bi hezaran sedem hene, ji bo ‘mirin û kuştinê’ -di bingeha rastiya xwe de- tenê sedemek jî nîn e. Lê heke hûn ji jiyanê û ji dilê xwedanê van gotinan bipirsin, dibe ku ew ji we re bibêjin, ‘ji bo parastina jiyanê ma ne pêwîst e ku hûn ‘mirin û kuştin’ê bikujin li gel ‘xwediyên wan’ (bê bandor bihêlin)?..’
Û li gel van gotinan pirsek tê û dil û hişê mirovan mijûl dike: Gelo jiyan dê çawa bê parastin ji destê ‘kuştin û mirinê?’ Hûn dê jiyanê çawa biparêzin ji ber hemû êrişên bênavûnîşan û ji ber hemû êrişbazên mirinperest û zordest? Û jiyan dê çawa xwe biparêze ji destê ‘me yên jiyanjibîrkirîn, ên jiyankuj, ên mirinperest?’
Giyanên dikevin ser rehma axê
‘Ji bîr nekin her can û giyanê hûn-em-ew dikujin parçek e ku ji bedena we-me-wan dikeve ser rehma axê. Ji ber ku bi kuştina her can û giyanekî/ê kulîlkek ji baxçeyê mirovahiyê, ango ji bexçeyê dilê we-me-wan diçilmise...
Ma ew kî ye parçekê ji bedena xwe bide ber devê şûrê wî melkemotê xêrnexwaz? Ew kî ye ku dixwaze bêdem û bê daxwaza xwe axê hembêz bike? Gelo ma hûn ji kulîlkan hez nakin? Ma dê bo çi dilê me bibe goristana kulîlkên çilmisî? Ma heta niha kê bi kuştinê temenê xwe dirêj kiriye? Ma kuştin û mirov, jiyan û mirin li hev tên û bi hev dikin gelo? Ma hûn dixwazin bibin xwedanê dilekî bi goristanên kulîlkên çilmisî ve hatîye dorpêçkirin?..
‘Jiyana bêgiyan’ û ‘dilên mirî’
Ey mirovên ku haja wan bi windakirina jiyana wan tuneye; hûndi kengî ji kûrahiya dilê xwe bibihîsin dengê ‘dilê jiyana we’ ye ya ku ber bi mirinê ve diçe, -ew jiyana ku bi çirûska mirovê pêşîn dest pêkirî, bi agirê Prometheusê azadîparêz û bi agirê Zerdeştê ronahîparêz berdewam kirî heya îro,- ku niha giyana xwe berdaye nava pêlên deryayeke ku dixwaze wê roja pîroz bixeniqîne...
De -hûn, ew, em- dê kêngî giyana xwe rakin ser piyan û rawestînin wê xiyaneta xwe ya li hemberî jiyanê?..
Hûn-ew-em, êdî li hêviya çi ne, dê kengî j(g)iyana xwe bi rengên azadiyê bixemilînin?
Gelo ma we-wan-me hezkirin û evîn ne ji wê jiyanê wergirtiye, ku xwe ji ‘giyana azad’ afirandibû? Ma êş û janan, derd û xeman, kul û kovanan, şîn û giriyan xwe di bextewarî û dilşahiya wê ‘j(g)iyana azadîparêz’ de nekuşt? Ma ji vê piroztir diyarî heye gelo ji bo me ji j(g)iyanê?
‘Jiyana bêgiyan’ niha ‘bêdestûr’ digere şev û roj li ‘bajarên giyankuj.’
Her roja diçe bajêrên di xewa mirinê de –ji hemû deman zêdetir- dibin goristanên mirov û xwezayê. ‘Goristanên zindî.’
Di her kêlika jiyana xwe ya herikbar de careke din bi vê yekê dihesim. Gelo ma ‘jiyaneke bêgiyan û dilên mirî’ -ji bilî goristanan- dê çi biafirînin? Ma jiyan ne bi giyan û dilên xwe hiltavên jiyan e?..
Gelo heta kengî ev karesat û xezeb dê berdewam bike? Ma ne bes e êdî? Ev ‘bajarên giyankuj’ dê kengî bibin ‘wargehên j(g)iyanparêz?’ Ma giyanên me serî ne hildin îro dê kengî serî hildin ji bo azadiya j(g)iyana mirovahi û xwezayê?..
J(G)iyanên dilazad
Rojekê keçikeke çiyayî –ku ji awirên wê diyar bû ew xwedî ‘j(g)iyaneke azad’ bû- ji min re wiha got: ‘Ez dilekî dîn û har im. Carna wekî evînê diherikim di nava dilê jiyanê de, carna jî weke bombeyekê diteqim di sîngê çiyan de, carna gerokek im li welatê xewn û xeyalan; carna berxwedana hêviyê me li hemberi bêhêvîtiyê, carna qêrineke bêdeng, carna bêdengiyeke biqêrin im...
Gelo ma rewşa me tev ne wiha ye? Ew kî ye ku xwe di nava vê rastiyê de nebîne? Ma em hemû carna ne ‘girtiyên xerabiyên xwe ne’ di nava lepên demê de û carna jî ‘girtiyên başî û qenciyên xwe’ ne di her xwehilavêtina dilê xwe de, tevî ‘bêbextîya dem û zemanên bêdil!’ Bo çi û heta kengî emê ‘girtî û êxsîrên j(g)iyanên xwe yên zincirkîrî û azadîkuj’ bin. Heke wisa nebe, gelo bo çi her tim em naşibin hev û xwe winda dikin û dibin gelek kes?..’
Ew keçika çiyayî ku jê re ‘Adar’ dihat gotin mîna dilê biharê herikî. Mîna rûbarekî delodîn. Weke kulîlkeke biharê li ser singa jiyanê giyanazad bû. Weke gul û kulîlkên Adarê nav û nîşaneke dilazad a biharê bû!.. Ew keçika çiyayî demek şûnde ji bo azadiya jiyanê dê giyana xwe ya azad diyarî bikira di berbanga rojeke biharî de.
Di dilê min de niha dilê Adarê xwe hiltavê, giyana min di bihara umrê xwe de ye. Ew çawa di demsala bihara xwe de mîna rûbarekî delodîn diherikî j(g)iyana min jî niha weke rûbarekî dîn û har, weke rûbarekî delodîn diherike û guh nade tu qeyd û bendan…
Lê ez carna mereq dikim: Dilê we xwe çi hiltavê niha gelo?.. Dilê we xwe bihar û her wisa adar hiltavê, j(g)iyana we azad digere gelo, an dengê dilê we di nava xirecira demê de winda dibe û j(g)iyana we di nava wê ‘goristanên zindî’ weke ‘giyaneke mirî’ dikeve ber tufan û xezeba demê!?..
Heke hûn-ew-em dengê dilê xwe û dengê dilê hemû ‘çûyî’yan dibihîsin û j(g)iyanên me azad diherikin bo çi ewqas kulîlkên adarê, gulên biharê diçilmisin di bihara jiyana me de li ser singa axeke zindî û giyanazad de?..