12 Punto14 Punto16 Punto18 Punto
Mirovê Zana çi dibêje!?
03.01.2010 05:07

Ma qet cîhan li we teng bûye? Wek hikumxwarek neçar a bûne zindaniyek bêdemî, di vê zîndana navê cîhan lê hatiye danîn de we zemanê qet wek xwe bikaraniye; hûn qet li pişt dîwarê stûr de, bê roj, bê hewa, bê asîman mane? Hûn qet di rêwîtiya bahoz a bi baweriyek mezin de, xeyalên ku we dikirin şikestiye? Ma ti car cîhan ji were teng hatiye?

Cîhan êdî teng tê ji min re. Bêhn dan û standinê de zahmetî dikşînim. Êdî xwarina em dixwin, ava vedixwin bûye jehr. Xezîneya herî pîroz a di emrê me de; emê ku xeyalên xwe nikarin bixin cihek biçûk jî, di nav labîrentek de dibezin ku em dê qet negihijin deriyê derketinê. Helbestvan beredayî negotiye; 'Tu windayiyê xwe digeriyayî, min jî tiştê ez diparêzim ku cihekê bixime yê digerim'. Vaye em di cîhanêkî wiha de dijîn. Ev gezegena bêdeng ku hemû nirxên me bi hêrs daqurtîne nava xwe bûye bêdem. Min ew dem fêm kir ku ji bo yên xwe bê xem berdane ser singê bêdemiyê cîhan 'bihûşt'e, ji bo yên di dewa xwe de xezîneyên biçûk difeşêrin jî dibe cahnime. Min ew dem fêm kir ev cîhan ne li gorî me ye. Min ew dem fêm kir ku êdî di vê cîhana sed-çil-heşt milyon neh-sed-çil hezar kîlometredonimî de cih ji me re nîne!
 
Hê heta dûh jî ji bo mirovên îdealên mezin te ew paraztin, ji bo bextewariya wan qirên dikir, derî vekirine, rê nîşanê we didin. Wek her mirovên serî li ber qanûnên cîhanê nû hildane, rê ji bo we jî tê xûya. Xwedanên nû ya vê cîhanî, êdî tiştên hûn jê bawer dikin ew bawer nakin. Pişta xwe dane mîrateyên ku ji kesên pişt xwe re dihêlî, ji xeyalek dibezin ya din. Hûn, ji vê xiyaneta mezin re, bi êşa nesedakatiya mezin disotin, ew çima ewqas can tengav dikin, çima hûn ewqas li ser mijarên bêkêf serê xwe diêşînin ew di nav matmayî de temaşe dikin. Heta 'bihûşt' ek a bi hêsanî hatiye qezanc kirin li wir be, bi zanebûn çima di nav agirê cahnimê de xwe diqelînin, mantixê wan nagire.
 
Xwezî heyfiya berê, sedema rastî ya girîna we ya di nava xwe de ev bûya. Hûn dizanin yê herî we zêde birîndar dike çiye? Yên hilbijêrên ku pêşerojê bi kedkarî, sebir bi hêviya honandinê; ew bawermendên xwestina pêşketiyê, di tûnela zemanê ya ketine yê, ji nedî ve 'kevinbûyî' bûye. Ew mîmarên mezin ên ji diroka bê oxir a hezar sale roj nedîne, dîrokekî nipînu dixwazin biafirînin, muameleya 'milada wî derbas bûye' dibînin, avêtin aliyekî ve.
 
Zemano, hey zemano!.. ew bayê bêhempa ya şoreşê ku bêrîkirina mirovatiyê bilind dike, te tersê de hate weşandin, te zivirand wek bahozekî ku her tiştî daxultîne nava xwe ya! Ev cîhana bêbiçim a ku em dixwazin bigûherînin, ji bo xelatê bidin pêşerojê, niha bi saya sere we wek sîleyek esasî li sûretên me da. 
 
Zeman, hey zemano...Ev nivşê serhildêr a dawî ya ser rûyê erdê,  ev nivşê bi baweriya taqekesî baskê xwe di rêwitiya meşaqetlî de vekiriye, niha hatiye ber êdî destê xwe ji berxwe berde yê. Ev nivşa ku ji bo hebûna kesên li ser van axî dijîn, 'hebûna xwe tûne bikin' didin berçav, ala teslîmbûyî vedikin. Binêrin, yên heta dûh di heman eniyê de saf digirtin, firar dikin, yek bi yek dikevin hembêza bişefqatî. Yên heta dûh bi stranên azadiyê mil didan milên hev; divê serhildêrên nû bi vê strana azadiyê re bibezin. 
 
Karkerên hêviya mezin a dûh çi bi hêsanî di nava vê bahozî de belawela bûn. Ew bedewên duh li delaliyê digeriyan çewa wisa qirêj bûne? Ev erdhêj, çewa xeyalên mezin ên bi evînê re dihate honandin, çewa belawela kirin? Zeman, zemanê nebaş... Cîhan her tim li dora afirînerên nirxan dizivirî ya. Ji me kirî jî wê heta hetayê li dora me bibe perwane... Xeyalperestiya me ji vî tê. Rastiya îro, rastiya duh ku ji me kirî li ser zemanên din de hiqum dike, niha jî wek dozerê di ser de derbas bû û perçiqandin. Ma her tim mirovê zana nabêje "Ji bo hiz bikî, divê ked bidî, hevparî bikî, di riya azadiyê de tu emirek derbas bikî jî têr nake, evîn, evîndarî ne hêsane, tu evînî-eşqî wek dan û standina bazirganî rojane an jî heftane bihesibînî, wê tu hiqimekî te nemîne" digot. Li vê ferasetî, têgihiştinê binêrin û nêzîkahiya di jiyana îroyîn a mirovên ku dibêjin "Ez li evîn-eşqê cûda dinêrim" binêrin.
 
Ez ditirsim ku em 'berxwedêr' ên li hember van gunehên mezin jî, tu tiştekî em bibejîn tune be. Niha tu çareyekî me ya li hember dawiya lêstika bextewariya wan ên di zindanên xwe de dilîzin, tune ye. Dema em li benda wanin em çidikin: Em bêdeng dimînin, heta qirika me diçire em bêdeng diminîn! Wek volqanek bêdeng, hêrsa xwe di dilê xwe de dirijînin.
 
Ey berxwedêrên dawî yên zemanê... Yên li hemberê xiyaneta dewranê bi hêrs disojin... Dem, dixwaze hûn bawer bikin ku tiştê hûn jiyan dikin wek çîrokek be. Erê, tiştên hatî jiyîn çîrokek bû. Yên ji çîrokê bawer neke, ma ji rastiyê bawer dike? Şaîr çi xweş dibêje "Ji bo derkevin riya çîrokê divê di riya rastiyê de canê xwe bidin". Erê, di riya rastiyê de gelekan canê xwe xilas kirin, ji bo bigihijin çîrokê. Lê yên li paş man fêm nekirin. Hin kesan di tarîtiya reş de di meşa berbangê ya zahmet dikin, niha jî di azmunek haysiyetê de ye.
 
Wê roj bê, berhema herî mezin a mirovatiyê, jiyankirina rastî bê fêm kirin. Yên jiyanê wek pêvajoya xerckirin a bêsînor dibînin, wê roj bê ji ber valahiya kur a mezin ku pêşî lê nayê girtin jiyanê ya tengasiya rihê mirov, wê muhasebeya ujdanî bê kirin û wê bipirsin: Ji vê jiyana ku wek hespekî pêşbirkê ji xweşiyê dibeze xweşbaziyê çi fêm kir? Wê bipirsin; 'Bi mirovê zane re jiyan kir' ecêb... 'Te ew baş hiz kiriye'... 'Ji bo layiqê wî bibî têr kar kir'.... Di encamê de, wek Eflatun ku sedsalan berê gotibû, 'Wek qet nemirî bijî, qet jiyan nekî bimirin' wê fêm bikin êş bi êş.
 
Û hûn; yên asoyê di dilê xwe de digerînin... We vê cîhanî, vê jiyana zahmet, 'wek azmûnek mirovahiyê' dîtiye, yên kesên li pişt xwe berhemek biçûk dixwazin bihêlin...Hêviya hûn mezin dikin, ronahiya we belav kirî wê tarîtiyê ronahî bike û dewam bike. Divê hûn vê baş fêm bikin, wek mirovê zana gotî "Heke hûn hez bikin ji dil û can hiz bikin, heke ew dilê we tune be jî, tiştên beredayî ji xwe re nekin hincet, lewre kes ji we bawer nake..."

Bu yazı toplam 565 defa okunmuştur
Yazıyı Paylaş : GoogleGoogle, YahooYahoo, FacebookFacebook, DiggDigg, Del.icio.usDel.icio.us, RedditReddit
Yazarın Diğer Yazıları
YAZARLAR
Röportaj
POSTA LİSTESİ
_self
ANKET
Sizce AKP'nin Çıkarmaya Çalıştığı Anayasa Değişiklik Paketi TBMM'den Geçer mi?
Foto Galeriler
Video Galeriler
HAVA DURUMU
Ankara
11 / 30 °C
İzmir
16 / 31 °C
Hakkari
15 / 33 °C
İstanbul
18 / 24 °C
3